Şerm
Şerm

Şerm (9786057535955)

Brand : Sidar Jir
Price : €0,00  + VAT
Vat included : €0,00
Barkod : 9786057535955
“Çavên xaltîya Dilşayê çûn li ser pencereyê lûsiyan. Çavên Şermînê jî çûn li çarnikalê odeyê gerîyan…” “Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana Û awirên Şermînê li rojava…” ŞERM, him îhlalkirina sînoran e, him meşrûkirina îhlalkirinê ye. Bûnewerî û jîyana derve vexwendîye nava xwe û bûnewerî bi saya vê vexwendinê gihîştîye hebûna xwe. Hebûna bûnewerîyê barekî giran e helbet, êş û kuleke mezin e. Şermê tam di vir de dest bi îhlalkirinê kiriye; lewra ji bo êşa mezin ji giranîya wê xelas bike û zimên newestîne, ew di gotinê de sivik kirîye, yan jî giranî bêwesf kirîye. Yanê êş çiqas giran dibe, gotin ewqas sivik dibin, di sivikahîya gotinê de êş ji kirasê dramayê xelas dibe û hemû çemên erdnîgarîya romanê ber bi heman deryayê ve diherikin. Lê gava hemû çem digihînin hev û dibin qebûleke meşrû, veqetîna eslî dest pê dike û berî dide nedîyarîyê… Sîdar Jîr bi vê romanê xwendevanan vedixwîne – lewra xwendevanên vê romanê hemû lehengên wê ne…

Kitap Adı:Şerm
Yazar:Sidar Jir
Yayınevi:Lîs Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:96
Ebat:130-195-0
İlk Baskı Yılı:2023-05-15
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786057535955
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: EN