Medrese - Ji Her Aliyi Ve Medreseyên Me
Medrese - Ji Her Aliyi Ve Medreseyên Me

Medrese - Ji Her Aliyi Ve Medreseyên Me (9786058813045)

Tedarikçi : Lîs Yayınları
Fiyat : €0,00  + KDV
KDV Dahil : €0,00
Barkod : 9786058813045
Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket! Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me. Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd. Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û "medreseyên me yên welatparêz" divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî.

Kitap Adı:Medrese - Ji Her Aliyi Ve Medreseyên Me
Yazar:Mela Birhane Tarini
Yayınevi:Lîs Yayınları
Hamur Tipi:2.Hamur
Sayfa Sayısı:110
Ebat:165-245-0
İlk Baskı Yılı:2011-05-26
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786058813045
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR