Momê
Momê

Momê (9786057535979)

Tedarikçi : Lîs Yayınları
Fiyat : €0,00  + KDV
KDV Dahil : €0,00
Barkod : 9786057535979
Îhsan Colemêrgî, vê carê berê me dide deşta Geverê û ji wê derê jî li zomê û zozana Meydanbelekê me dike mêvanê Momê û Keleşê şivan. Çîrok xwe dispêre stranekê û stran bêbextî û buxtanekê ji me re eşkere dike. Em karin bibêjin, Mamê Îhsan, ketiye dû stranekê, na na çêtir e meriv bibêje daye dû zêmarekê û berê me daye milên dol û berdolên Cêloyê serî di ser ewran re; em, di ser kevîyên berfê re borandine, li şûnpêyên pezkovîyan di hisar û revzên zinar û zaxan re derbas kirine, di derî û gelîyan re em gihandine ser terazinên mêrg û kanîyên tezî, em kirine mêvanê dilê bêrîvaneke welê ku keçeke li mala bavê xwe, mîna ezîzeyekê bi qudreta Xweda bi pistanên xwe berxekî sava ê li maka xwe neban, şîrmij dike, bi delalî û spehîtîya xwe keran bi guh, koran bi çav û lalan bi zar dike. Ev şengebêrîvan bê guman Momê ye. Îhsan Colemêrgî jî me dide pê çîroka Momê û bê guman di pişt perdeya wê serpêhatîyê de, hoz û eşîrên herêmê, jîyana êl û eşîrîyê û hevrikî û rakêşanên wê jî bi hostayîya xwe a dîrokzanekî şareza raberî me dike.

Kitap Adı:Momê
Yazar:İhsan Colemergi
Yayınevi:Lîs Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:140
Ebat:125-205-0
İlk Baskı Yılı:2023-05-15
Baskı Sayısı:1
Dil:Türkçe
Barkod:9786057535979
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR