Hîç-Sî-Saya
Hîç-Sî-Saya

Hîç-Sî-Saya (9786257383325)

Бренд : M. Zahir Kayan
Постачальник : Nubihar Yayınları
Дисконтна ставка : %25 Знижка
ПДВ включено : €20,48
Зі знижкою : €13,96 #NAME?
ПДВ включено : €15,36
Штрих-код : 9786257383325
gava ku te got Hîç(0), tu qala destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka bûyînî, çêbûnê, jihevguherînê, jihevzayînê, jihevpirrbûnê dikî/ gava te got Hîç(0), tu qala nîşaneyeke, vetîreyeke pirrwate, pirrneqş, pirrşewq dikî, lew em giş asê dibin li ‘Wir’(0), lew ‘Wir’(0) a çar pêvajoya yanzde-astî ye Hîç(0), diqelibin, diheyîrin, diponiji, difikirin em li hemberî têgiha ‘Wir’(0) ê, welhasilê kelâm derdixîne pêş em li hemberî şewqa Hîçê(0) hemû melekeyên xwe yên fêrisî yek bi yek/ gava te got Hîçê(0), tu qala tiştekî nehênî dikî, tu qala tiştekî ku heya radeyekê tu car nikaribî bizanibî dikî/ ku te got Hîç(0), tu qala tiştinên ku di nav çarçoveya nezanînê de ne, di nav mija ferasetê de ne dikî/ gava te got Hîç(0), tu qala ew rasteqîniyên şênber, yên ku bi zanistiyê tenê zanînê nakî, «●» tu qala ew têgihên heyeneheyewêdayên … heyeneheyên … heyetiştên … , heyeheyên … muemayî yên rêzberî yên bûjenî, rasteqînî yên ku sirf bi hiş tenê ravekirinê dikî M. ZAHİR KAYAN - Ji bajarê Agiriyê ye. Li Zanîngeha Erzuromê Beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990î ve ye di kovar û rojnameyên wekî Özgür Gündem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tîrojê de gelek nivîsên wî yên der heqê huner, estetîk, çand, folklor û mîtolojiyê de hatine weşandin. Her wiha wênesaz e. Ji bilî şiîr û formên şiîrên mîstîkî û xebatên li ser estetîk û hunerê, ew li ser folklora Kurdî xebatên lêkolînî jî dike; li ser destan, efsane û menkibeyên qedîm yên Kurdan xebatên wî yên dorfireh hene. Ji van yek “Bingeha Mîtolojiya Kurdî” ye, ev berhem hê nehatiye weşandinê. Li ser estetîk, şiîr û forma kilamên dengbêjiyê gelek lêkolînên wî hene. M. Zahir Kayan di atolyeya xwe de li ser resim, peyker û hin hunerên plastikî xebatên xwe didomîne. Berhemên wî yên edebî yên ku heta niha hatine çapkirinê ev in: - Destanek ji Buhuşta Winda (Weşanên Berfîn, 1993) - Arzeba (Weşanên Sî, 2001) - Şêhneya Dînan (Weşanên Şemal, 2014)

Kitap Adı:Hîç-Sî-Saya
Yazar:M. Zahir Kayan
Yayınevi:Nubihar Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:128
Ebat:135-195-0
İlk Baskı Yılı:2023-03-29
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786257383325
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: UK