Leyla û Mecnûn
Leyla û Mecnûn

Leyla û Mecnûn (9786256605770)

Постачальник : Nubihar Yayınları
Дисконтна ставка : %25 Знижка
ПДВ включено : €33,12
Зі знижкою : €22,58 #NAME?
ПДВ включено : €24,84
Штрих-код : 9786256605770
Nizamiyê Genceyî (1140-1208) li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayika xwe wek Kurd dide nasandin. Nizamî, zanayê felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhelata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştiye çarkenarên cîhanê. Di edebiyata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negihîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve tesîr li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Di dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî, Kurdî... xwestine wekî wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negihîştiye asta wî. Ji nava 5 pirtûkên wî, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergerandin û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, hinek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî adapte kirine. Perwîz Cîhanî jî, pêşî Xosrew û Şîrîna Nizamî wergerandibû, vê carê jî Leyla û Mecnûn wergerandiye. Cîhanî, bi awayekî afirînerî û hunerane wergera xwe kiriye; neketiye pey wergerandina qalikê peyvan; wî kakilê çîrokan bi kirasê Kurdî xemilandiye. Wergera xwe bi wezna heceyî hûnaye. Xebata wî ya li ser Leyla û Mecnûnê ji 5636 beytan pêk hatiye.

Kitap Adı:Leyla û Mecnûn
Yazar:Nizamîyê Genceyî
Yayınevi:Nubihar Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:528
Ebat:135-210-
İlk Baskı Yılı:2025-11-03
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786256605770
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: UK