Pêşmerge
Pêşmerge

Pêşmerge (9786059014953)

Бренд : Rehime Qazi
Постачальник : Lîs Yayınları
Ціна : €0,00 #NAME?
ПДВ включено : €0,00
Штрих-код : 9786059014953
Pêşmerge, çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulên bêhnxweş ên ku di baxçeyê wêjeya Kurdî de vedane, an jî destaneke teze ye bi kincê nû yê hunerê ve, awayekî nû yê romannivîsîya bi çend qehremanên ku mêrxasî û dilêrîya gelê Kurd didin dîyarkirin. Romana “Pêşmerge”yê ya Remîmê Qazî bi qelemeke rewan û awayekî şîrîn hatiye nivîsandin ku nivîskar tê de rewşa jîyana Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin, rewşa derebeg û gundîyan, zor û zordarîya mîr û piştevanîya Şoreşa Mehabadê ya ji alîyê hemû eşîr û çînên Rojhilatê Kurdistanê ve radixe ber çavan û wekî eynikê wê bi xeleka dîroka Kurdistanê ve girêdide. Romana “Pêşmerge”yê cara yekem di sala 1959'an de li bajarê Êrîvanê, di sala 1961'ê de li Bexdadê bi Kurdî û di sala 1963'yan de li Bakûyê bi Azerî hatiye weşandin. Li Başûrê Kurditsanê ji alîyê xwendevanên Kurd ve, bi taybetî ji alîyê wêjenas, pisporên wêjeyê, hunermend û nivîskarên Kurd ve pêşwazîyeke baş lê hatiye kirin û di gelek rojname û kovarên Kurdî de nivîs li ser hatine weşandin, pesin û rexne li ser hatine kirin. Nivîskarê “Pêşmerge”yê, bi cil û bergekî spehî, wekî nivîskarê îtaetkarê rasteqînîya Sosyalîzmê, wêneyekî radixe ber çavan; wêneyê jîyana cotkarên Kurdistanê, pêwendîyên di navbera gundî û derebegên xayîn de, dijminayetîya derebegên noker bi Kurd û Kurdayetîyê re û hewlên wan ji bo fetisandina komara sava û nazik.

Kitap Adı:Pêşmerge
Yazar:Rehime Qazi
Yayınevi:Lîs Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:120
Ebat:125-205-0
İlk Baskı Yılı:2023-05-15
Baskı Sayısı:2
Dil:Kürtçe
Barkod:9786059014953
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: UK