Durru'l Mecalîs
Durru'l Mecalîs

Durru'l Mecalîs (9786258383850)

Rabatt-rate : %25 Rabatt
inkl. MwSt : €22,35
mit Rabatt : €15,24  + MwSt
inkl. MwSt : €16,76
Strichcode : 9786258383850
Li kêleka helbesta klasîk, hemû cureyên vegotinên gelêrî wek mîtos, efsane, destan, çîrok, çîrçîrok, beşeke dewlemend a edebiyata gelên Rojhilatê ne. Durru’l-Mecalisa bi kurmancî jî nimûneyeke tîpîk ji vî cureyî ye. Ev pirtûk ku ji aliyê Mela Mûsayê Hekarî di dawiya sedsala 16. û di serê sedsala 17. de hatiye nivîsîn, yekem ji nimûneyên pexşannivîsiya kurmancî ye û herweha yekem ji wergerên kurmancî ye li ser binemaya hejmareke hikayetên farisî. Erdnîgariya van hikayetan bi Îran, Hindistan, Turkistan, Erebistan, Kurdistan, Misir û Romê re eleqedar e weku Medayîn, Belx, Cihanabad, Herat, Şîraz, Nîşapur, Sîstan, Babil, Bexdad, Besra, Şam, Yêmen, Cizîra Mesqetê, Hîcaz, Cîde, Rom, Diyarbekir, Stenbol û wd navên bajaran tê de derbas dibin. Di Durru’l-Mecalisê de hikayetên wek “Silêman û Belqîsa”, “Sîmurx Anqa”, “Bayezîd Yildirim û Teymûrxanê Leng”, “Iskenderê Zîlqerneyn”, “Deqyanûs û Eshabê Kehf”, “Siltan Mirad û Genc Osman”, “Ferhad û Şîrîn”, “Ristemê Zal”, “Yûsif û Zilêxa”, “Mûsa û Firaûn”, “Dehhak”, “Hafizê Şîrazî û Şax Nebat”, “Hesen û Hisên”, “Bîjen Xanê kurê Çengîz Xan û Beraniyê Keçika Mitrib”, “Adem û Hewa”, “Siltan Mehmûd Xeznewî û Iyaz”, “Hatemê Tayî û Necaşî”, “Nemrûd û Hezretî Ibrahîm”, “Nûh û Tofan” jî hene ku hinek ji van ji aliyê naverokê ve varyantên cuda ne. Ji awayê nivîsîna Mela Mûsa diyar dibe ku asta wî ya edebî û bikaranîna wî ya hunera vegotinê bilind û serkeftî ye. Baweriyekê dide ku di serdema wî de tradîsyoneke pexşannivîsiyê di kurmancî de hebe. Di vê xebatê de ev berhem ji çend aliyan ve hatiye nirxandin û destxeta orijînal a bi elfabeya erebî hatiye latînîzekirin.

Kitap Adı:Durru'l Mecalîs
Yazar:Mela Mûsayê Hekarî
Yayınevi:Avesta Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:248
Ebat:135-210-0
İlk Baskı Yılı:2025-01-23
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786258383850
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: DE