Xewna Mêrıkên Îranî
Xewna Mêrıkên Îranî

Xewna Mêrıkên Îranî (9786058160880)

Lieferant : Peywend
Preis : €0,00  + MwSt
inkl. MwSt : €0,00
Strichcode : 9786058160880
Ev kitêba ku niha li ber destê we ye, ew kitêb e ku Ofîlya di wê maweyê de xerîkî nivîsîna wê bû. Piştî şeş mehan Ofîlya hate ba min û ez agahdar kirim ku nivîsîna kitêbê temam kiriye. Lê ji berê lawaztir û bêtaqettir dixuya. Berî ku ez daxwazê lê bikim ji bo ku kitêbê bide min da ku bixwînim, wê ji çenteyê di destê xwe de kitêb derxist û da destê min. Belê, ev kitêba ku hûn ê niha bixwînin keçikeke bîst û şeş salî ku nedikarî xeber bide û navê wê Ofîlya bû, nivîsiye. Divê wê yekê jî bibêjim ku ji wê rojê û pê ve rewşa derûnî ya Ofîlyayê xerabtir dibû û wisa lê hat ku em neçar bûn wê neqlî nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên aqlî bikin. Ji bo cara dawîn ku min Ofîlya dît, li nexweşxaneyekê bû û di menzeleke ne xweş de, di nav du çavdêrên xwîntehl de hatibû danîn. Çavên wê bi şêweyeke tirsnak zivirîbûn û porê wê tevlihev bû û ji her demeke din lawaztir xuya dikir. (ji romanê)

Kitap Adı:Xewna Mêrıkên Îranî
Yazar:Mardin İbrahim
Yayınevi:Peywend
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:1
Ebat:135-210-0
İlk Baskı Yılı:2023-07-13
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786058160880
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: DE