Bendname
Bendname

Bendname (9786056433191)

Tedarikçi : Peywend
Fiyat : €0,00  + KDV
KDV Dahil : €0,00
Barkod : 9786056433191
Bendname, di warê edebiyata kurdî de dilxwazê nîqaşekê ye. Carna vê yekê bi mijarên girîft carna jî bi yên ku zêde nehatine rojevê pêk tîne û bang li xwendevanên xwe dike ku tevlî vê nîqaşê bibin. Berhem, kêşeyên bingehîn ên rexneya edebî ya îroyîn; wek mêtinkarî û edebiyata netewî; ezmûna modernîteya derî Awrûpî û têkiliya edebiyatê; pêywendiya navbera nivîskar û îqtidarê; barên kolektîf ên nivîskarê kurd; di bin vî barî de carna zeîfbûna estetîkê; mezaxtina edebî û şertên piyaseyê ji bo nîqaşa îmkan û kelemên edebiyata kurdî bi kar tîne. Lewma analîzên tê de bi qasî zanista metnê û rêbazeke guncaw, di xwe de wan şert û mercên civakî, siyasî û dîrokî yên ku rengek dane metnê jî dihewînin. Ev yek jî rê li pêşiya rexneyeke pirhêl a înterdisîplîner vedike. Dema li ser ruhê edebiyatekê difikire û dixwaze çend kelaman bike, cardin tîne bîra me ku di nav şertên heyî de avakirina edebiyateke resen û astbilind çi qas ciddiyetek û karkeriyeke giran dixwaze. Lê qedrê wê yê ku ber bi çêbûna metneke sereke ve diçe, dê bibe rêberek jî ji bo nifşekî ciwan ê ku îro di warê ziman û edebiyata kurdî de perwerde dibe.

Kitap Adı:Bendname
Yazar:Remezan Alan
Yayınevi:Peywend
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:1
Ebat:135-210-0
İlk Baskı Yılı:2023-07-13
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786056433191
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR