Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda
Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda

Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda (9786052931448)

Tedarikçi : Aram Yayınları
İndirim Oranı : %25 İndirim
KDV Dahil : €23,76
İndirimli : €16,20  + KDV
KDV Dahil : €17,82
Barkod : 9786052931448
Yek ji wêjevan û rewanbêjên Kurd yên klasîk yên herî navdar, bibandor û biheşmet Ehmedê Xanî, bi qasî ku helbestvan e, hizirmendekî mezin û di têkoşîna ziman û nasnameya gelê xwe de jî pêşeng e. Berhema wî Mem û Zîn, her çiqas wek destaneke evînê bê zanîn, di rastiyê de manîfestoyeke bêhempa ya hebûnê ye û di bîra gelê Kurd de bûye weke bez û benîşt. Diyar Bohtî di vê pirtûkê de berhema Xanî ne aliyê wêjeyî tenê; aliyê wê yê felsefî, tesewifî û konevanî jî vedikole û vedixepêre. Hizra Xanî ya li ser ziman, nasname, dadmendî û azadiyê bi awayekî kûr dinirxîne û wî li navenda dîroka hizra Kurdan dide bicihkirin. Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda, derfetê dide ku wêjeya kurdî ya klasîk bi awayekî nûjen û li ser bingehekî rast ji nû ve bê xwendin û lêkolînkirin. Mijar û peyamên di risteyên Xanî de veşartî û arîşeyên îro pêrgî hev dibin. Herwisa rastiya ku di berhema wî de tê ziman, piştî bi sedê salan jî nirx û nûjeniya xwe diparêze. Ji bo wê pirtûk, pêşniyaz dike ku Ehmedê Xanî ne wek helbestvanekî dîrokî tenê, bi çavekî nû û ji serî ve wek rêber û rêzanê îro û paşrojê bê xwendin.

Kitap Adı:Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda
Yazar:Diyar Bohti
Yayınevi:Aram Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:408
Ebat:135-205-
İlk Baskı Yılı:2025-10-31
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786052931448
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR