Member Login
Member Login
Sign up
My Cart
KİTAP
ÇOCUK
EDEBİYAT
DİNİ ÜRÜNLER
HOBİ & OYUN
ELEKTRONİK
Homepage
>
Türkçe Kitaplar
>
Edebiyat
>
Edebiyat - Diğer
>
İlmê Belaxetê bi Kurdî (Ciltli)
< < Return to Previous Page
İlmê Belaxetê bi Kurdî (Ciltli)
(9786256605695)
Brand
:
Mehmet Sait Dündar
Provider
:
Nubihar Yayınları
Discount Rate
:
%
25
Discount
Last Price in Basket
Vat included
:
€48,56
Discounted
:
€33,11
+ VAT
Vat included
:
€36,42
Sepet Fiyatı
:
Barkod
:
9786256605695
Critical Stock
Order via Phone
Add to Favorites
Notify me when the price goes down
Notify me when it is in stock
Artır
Azalt
Item features
Comments
(0)
Payment Options
Item Recommendations
Belaxeta ku di nav edebiyata Îslamî de beramberî retorîka Yewnanî tê û beşeke girîng a zanista estetîkê ye wek têgeh wateya gotina fesîh (gotina zelal, rast û spehî) û muqtedayê halê (gotina ku guncawî rewşê be) dide. Di serdema klasîk a dîroka Îslamê de zanista belaxetê bi zimanê Erebî pêşketineke mezin bi dest xistiye. Bi taybetî li erdnîgariya Îranî/Kurdî li ser belaxeta Erebî berhemên girîng hatine telîfkirin. Di serdema klasîk de Kurdî nebûbe zimanê zanista belaxetê jî edebiyatvanên Kurd di medreseyan de bi rêya zimanê Erebî fêrî belaxetê bûne û bi têgehên wê yên Erebî re aşînayî peyda kirine. Wergirtina perwerdeya belaxetê di peydabûna edebiyata Kurdî ya klasîk de roleke serekî lîstiye. Ji ber ku babetên belaxetê (wek teşbîh, mecaz, îsti‘are, cînas, tekrîr û hwd.) taybetê bi zimanekî nînin û wateya wan di hemû zimanan de yek e; feqî û melayên Kurd ên ku hînî belaxeta Erebî bûne bi hêsanî rêzik û rêbazên wê li ser zimanê xwe tetbîq kirine. Lewma di dîroka edebiyata Kurdî de belaxet li ba nûnerên helbesta Kurdî ya klasîk jêdereke esasî ya dahênana edebî ye. Berhema herî navdar û karîger a belaxeta Erebî ku ji sedsala çardehem şûnda di medreseyên Fars, Kurd û Tirkan de hatiye xwendin Muxteseru’l-Me‘aniya Se‘dedînê Teftezanî (m. 1390) ye. Seydayên Kurd bi saya vê berhemê di zanista belaxetê de pisporiyeke tam bi dest xistine. Vêca Mela Seîd Dundarê ku yek ji van seydayan e ji vê berhema Teftezanî ya li ser belaxetê îlham wergirtiye û li ser bingeha wê bi Kurdiya Kurmancî ev berhema belaxetê ya li ber destê we (Ilmê Belaxetê bi Kurdî) amade kiriye. Mela Seîd ji bilî berhema Teftezanî ji çendîn xebatên nûjen yên belaxeta Erebî jî sûd wergirtiye û mijarên erûz û qafiyeyê jî li mijarên belaxetê yên serekî (me‘anî, beyan, bedî‘) zêde kirine û bi vî awayî kadroya belaxetê di nav yek bergî de kom kiriye. Tişta herî xweş û girîng jî, nivîskar di hemû mijaran de piştî nimûneyên Erebî ji helbestvanên Kurd jî nimûne dane û bi vî awayî li kêleka belaxeta Erebî belaxeta Kurdî jî fêr kiriye. Ilmê Belaxetê bi Kurdî, dê di nav lîteratora belaxeta Kurdî de cihekî taybet bigire û di vê qadê de jî valahiyeke mezin tijî bike. Ev berhem bi taybetî dê fêmkirina hêmanên belaxetê yên ku bi hemû şêweyên xwe di metnên edebî yên Kurdî de hatine cîbicîkirin gelekî hêsan bike. Ji bo ku analîzeke tam û dirust li ser wan metnan bê kirin, pêwîstiyeke zêde ya feqî û seydayên medreseyan, xwendekar û mamostayên zanîngehan û nivîskar û vekolerên edebiyata Kurdî bi vê berhemê heye.
Kitap Adı:
İlmê Belaxetê bi Kurdî (Ciltli)
Yazar:
Mehmet Sait Dündar
Yayınevi:
Nubihar Yayınları
Hamur Tipi:
Ivory
Sayfa Sayısı:
632
Ebat:
165-240-
İlk Baskı Yılı:
2026-01-20
Baskı Sayısı:
1
Dil:
Kürtçe
Barkod:
9786256605695
Pay with Money Order
€33,11
+ VAT
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: EN