Mîrze Mihemed
Mîrze Mihemed

Mîrze Mihemed (9786257085830)

İndirim Oranı : %25 İndirim
KDV Dahil : €19,07
İndirimli : €13,01  + KDV
KDV Dahil : €14,31
Barkod : 9786257085830
Mîrza Mihemed lehengekî ji çîrokên kurdan e. Her çiqas wek çîrok bên vegotin jî her çîrokek wî wek efsaneyekê ye. Pêwendîya wî ya bi Teyrê Sîmir û ajelên din ra jî taybetmendîyeke cuda ye. Mîrza Mehemed ne wek lehengekî ji rêzê ye, lewra ew naçe bi kes û şexsan ra nakeve şer û cengan, ew bes bi dêw û ejdarheyan ra dikeve şer. Bi piranî di hemû versîyonên çîrokên wî da şah¬banûyek dîl dikeve destê dêw an jî ejderhayekî. Mîrza Mihemed jî şûr, mertal, tîr û kevanê xwe hildide û li pey xelaskirina wê şah¬banûyê dikeve. Gava li pey şahbanûyê diçe, li ser rêya xwe rastî gelek ajelan tê, alîkarîya wan dike û wan ji tengasiyan xelas dike. Carina çûçikên Teyrê Sîmir ji ejderha xelas dike, carina jî birînên şêrekî derman dike, carinan şûrê xwe li ser coyekê ra dike pire û morîyan di ser ra derbasî alîyê din dike. Carinan xwedîtîyê li beqekê dike û carinan jî xwedîtîyê li kerekî dike, an jî têjikên mar, kûçik, pisîk û mişkê ji destê zarokan xelas dike. Mîrza Mihemed karakterekî xêrxwaz û qencîxwaz e. Her tim alîkarîya mirovên ketî û ajalan dike. Ji ber vê yekê ew ajal jî tim jê ra dibin pal û pişt û alîkarên wî, ew jî bi alîkarîya wan bi hêsanî digihêje armanca xwe û şahbanûyê ji dastê dêw û ejderheyan rizgar dike, ji bilî van hemû taybetmendîyan, ew xwedî soz û qirarê xwe ye û di heman demê da ew yekî efûker e. Her çend xerabîyên giran jî lê tên kirin jî ew dîsa dijminê xwe dibexşîne.

Kitap Adı:Mîrze Mihemed
Yazar:Yasemin Elban
Yayınevi:Na Yayınları / Weşanen Na
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:108
Ebat:165-240-
İlk Baskı Yılı:2023-07-21
Baskı Sayısı:1
Dil:Türkçe
Barkod:9786257085830
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR