Üye Girişi
Üye Girişi
Üye Ol
Sepetim
KİTAP
Yeni Çıkanlar
Çok Satanlar
Edebiyat
Kişisel Gelişim Kitapları
Eğitim Kitapları
Psikoloji Kitapları
Tarih Kitapları
Felsefe Kitapları
Dini Kitaplar
Dergiler
ÇOCUK
EDEBİYAT
DİNİ ÜRÜNLER
Kuran-ı Kerim
Dini Kitaplar
Hac Malzemeleri
Cami Malzemeleri
Rahle
Minber Örtüsü
Hediyelik Ürünleri
Zikirmatik
Mevlüt Hediyelikleri
Kadın Giyim
Erkek Giyim
Çocuk Giyim
HOBİ & OYUN
ELEKTRONİK
Anasayfa
>
Türkçe Kitaplar
>
Edebiyat
>
Yabancı Dilde Edebiyat Kitapları
>
Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike
< < Önceki Sayfaya Dön
Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike
(9786055279691)
Marka
:
Mueyed Teyib
Tedarikçi
:
Avesta Yayınları
İndirim Oranı
:
%
25
İndirim
Sepetteki Son Fiyat
KDV Dahil
:
€34,52
İndirimli
:
€23,54
+ KDV
KDV Dahil
:
€25,89
Sepet Fiyatı
:
Barkod
:
9786055279691
Kritik Stok
Telefonla Sipariş
Favorilere Ekle
Fiyat Düşünce Haber Ver
Gelince Haber Ver
Artır
Azalt
Ürün Özellikleri
Yorumlar
(0)
Ödeme Seçenekleri
Ürün Önerileri
Hemû berhemên şi'rî yên Mueyed Teyib, bi nave "Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike" di nav weşanên Avesta de çap bûn. Mueyed Teyib yek ji pêşengên şi'ra kurmancî / behdînî ye. Selîm Temo berhem tev de ji alfabeya erebî kirine latînî. Çapa taybet a kitêbê jî tê amadekirin. Mueyed Teyib, di sala 1957an de, li Dihokê jidayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de, dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zankoya Bexdayê kir. Di Radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di wan salan de weke helbestvan hate naskirin, lê di sala 1979an de, helbestên wî hatine qedexekirin. Digel vê yekê, helbestên wî di nav gel de belav dibûn, gelek kesan ew ji ber dikirin û hin ji wan helbestan jî bûne stran. Di sala 1982yan de, ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berda û beşdarê şoreşê bû û bû pêşmerge. Li çiyayên Kurdistanê jî helbest nivîsî û bi riya Radyoya Şoreşê ew belav kirin. Di pey re weke penaber li Swêdê bi cî bû (1983). Teyib, li wir jî karê wêjeyê domand û di kovara Berbangê de xebitî û demek şûn de bû sernivîserê kovarê. Mueyed Teyib, di sala 1996an de vegeriya Kurdistanê û bû yek ji damezrênerê Kurdistan TVyê. Di sala 2002an de Weşanxaneya Spîrêzê ava kir. Ev weşanxane ku weke kelha Kurmanciyê li Başûr, heya niha ji çar sedî zêdetir pirtûk weşandine. Di sala 2007an de bû endamê Akademiya Kurdî li Hewlêrê. Di hilbijartina 2010an de weke parlamenter hate hilbijartin ku niha li Parlamentoya Iraqê, berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê ye. Di sala 2011an de, di kiryariyeke terorîstî de bi giranî birîndar bû. Teyib, çar zarokên xwe hene. Mueyed Teyib, yek ji pêşengên helbesta kurmancî ya Başûr tê hejmartin. Di nav nifşa ku di salên 70yî de kurmanciya behdînî dewlemend kirine de, navekî xuyane ye. Teyib, demeke dirêj di warê wêjeya zarokan de jî xebat kiriye û mehnameya zarokan a bi navê Kepir weşandiye. Çend pirtûkên bo zarokan ji erebî û swêdî wergerandiye ser kurdî. Helbestên wî di pirtûkên dibistanan de jî têne belavkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, fransî, ingilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn wekolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin. Berhemên wî: - Stran û berf û agir (Helbest: 1992, Dihok; 2004, Hewlêr; 2009, Şam) - Piling dema birsî dibin... Mirov dema têr dibin (Helbest: 2012, Dihok) - Keskusor (Werger: 2002, Dihok; çîrokên zarokan ji swêdî bo kurdî) - Aştî û Viyan (Helbest bo zarokan: 2007, Dihok) - Me nevêt tund û tûjî (Helbest bo zarokan: 2009, Dihok) - Parzînkê şi‘r û çîrokan (Berhevok bo zarokan: 2010, Dihok) Ne ba min siwar diket Ne ax min peya diket Ez takebelgê zer û pêtî me Vê payîza dereng Bi gulpên vê darê ve mayim Ne ba Min siwar diket Ne ax Min peya diket Rojên kurt û tarî Şevên reş û bêdawî Wek koremarekî Di gerdena min aliyayî ne û Ez mirim bo Fireka bay û Çengekê hetavê
Kitap Adı:
Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike
Yazar:
Mueyed Teyib
Yayınevi:
Avesta Yayınları
Hamur Tipi:
2.Hamur
Sayfa Sayısı:
254
Ebat:
135-215-0
İlk Baskı Yılı:
2014-03-25
Baskı Sayısı:
1
Dil:
Türkçe
Barkod:
9786055279691
Havale ile Ödeme
€23,54
+ KDV
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR