Şorişa Xebera
Şorişa Xebera

Şorişa Xebera (9786258383836)

İndirim Oranı : %25 İndirim
KDV Dahil : €20,01
İndirimli : €13,64  + KDV
KDV Dahil : €15,01
Barkod : 9786258383836
Vê berevokê him ji aliyê naverokê, him jî aliyê sazimaniyê (konstrûksiya) va belkî rênîşeke nû danî di nava lîteratûra kurdêd Ermenîstanê da. Çerkezê Reş di nav xeberdana kurdî da wan xeber (peyv) û cûrên pevgirêdanan pêk tîne, kîjan ji ruhê çanda kurdîtiyê tên. Ev berevok hatiye fikirandin û sêwirandin çawa kitêbeke tam. ~ Eskerê Boyik Ji bo çi helbestvan navê pirtûka xwe daniye Şorişa Xebera? Şik tune ku xeber-peyvên xudanê pirtûkê dibine xet-hevokên kûrfikir û felsefî, rastî-nerastiya jîyanê va perwerdekirî, bi kul û derdê gelê wî va dagirtî, bi hêvîya serbestî û azadîya welatê kal û bavê wî va xemilî. Lewra xeber-peyv dibine fikir-raman, fikir-raman jî şorişê dadixin. ~ Prîskê Mihoyî Çerkezê Reş ji wan kesan e ku ji wan ra dibêjin merivên wiha di sedsalekê da carekê ji diya xwe dibin. Wek helbestvan, eger nav û dengê wî gelek belav nebûbe jî, ew jî ji wê ye ku fîlosofiya wî ya şayîrtiyê tam nehatiye fêmkirin û qîmetkirin. ~ Têmûrê Xelîl Şiêrên şayîrê cahil ji çevkaniyêd ruhê cimaeta lê tên, ew derheqa bedewtiya merivan, tebiyetê û rastiyê da nin. ~ Tosinê Reşîd Çerkezê Reş doktorê zanînên fîlolojiyê û karkirê civakî bû, lê ya here muhîm, wî di van hemî waran da rêç û şopeke ewqas kûr dû xwe hişt ku wê weke xeta cot zû bi zû nekele, neyê hev, rast û dûz nebe, lê wê weke xwe bimîne hetanî edebiyat û çanda kurdî jiyana xwe berdewam bikin. ~ Wezîrê Eşo

Kitap Adı:Şorişa Xebera
Yazar:Çerkezê Reş
Yayınevi:Avesta Yayınları
Hamur Tipi:Kitap Kağıdı
Sayfa Sayısı:168
Ebat:135-210-0
İlk Baskı Yılı:2025-01-23
Baskı Sayısı:1
Dil:Kürtçe
Barkod:9786258383836
cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: TR